Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [başûrê kurdistanê] de;

27. parçeyekî kurdistanê a ku di pêşerojê de dibe ku li wir bixebitim.
ji alê tendûristiyê ve çawa ye, bijişkek çawa dikare here li wir bixebite, çi şertê wan hene meraq dikim. yên ku li wir in û ji rewşa xebatkarê tendûristiyê agahdar in, li vir binivîsin ez ê gelek kêfxweş bibim.



18.12.2019 22:59 | brusk56

25. parçeyekî kurdistanê ye ku di bin rêveberiyek ew qas xerab de ye ku, dibêjim xwezî dewleta iraqê bi tevahî hilweşanda û girêdayî bexdayê bikira. ji vê rewşê çêtir e ..



22.12.2017 00:07 | brusk56

7. parçeyekê kurdistanê ê ku beyî standina kerkûk û mûsilê divê nebe serbixwe. kerkûk û mûsil ji bo kurdistana başûr gelek giring e, dilê kurdistanê ye û ger başûr serxwebûna xwe îlan bike, standina wan hereman jî wê êdî ne pêkan be. divê şûna tekoşîna sexwebûne, tekoşîna standina wan hereman bê kirin.



18.05.2014 09:21 | brusk56

4. kurdistana ku mixabin qet ne rûmeta kurdan e. ji bo kurdên başûr û rojava û rojhilat tam jî ev e "hayal kirikligi"

bi fermanên dewleta tirk hemû deriyên xwe ji kurdan re girtin ne rûmetbûn e .

kurdistana başûr ji bo parçeyên din ê kurdistanê heta niha çi kiriye ? heta niha me digot dewleteke nû ye, nikare quwetên heremî bistîne hemberê xwe, loma nikare tiştekî bike. rast e belkî nikare her tiştan bike lê qene dikaribû dijminetiya kurdên li parçeyên din neke.

wextê xwe de bi piştgiriya tirkiyê êriş kir pkkê û bû sedeme kuştina bi sedan gerîlla û peşmergeyan. ev e rûmeta kurdan ?

niha tirkiye bi her awayî piştgirî dide çete û terorrîstên li rojava, kurdistana başûr çi kiriye bo rojavayê kurdistanê ? hewce bû ew jî bi qasê tirkiyê piştgiriya lojîstîk felan bide rojavayê newsa. na bavo ji xwe ji fikra wan jî derbas nebûye.. derî li wan girtiye, alîkariyên ji awrupa hatî ber derî sekinandiye, destûr nedayê şervaneke keç ê ypgê ê birîndar li başûr bê derman kirin û herî dawîn jî destûr nedaye salih muslim ji hewlêrê here awrûpa û emrîka hevdîtinan bike . ev e rûmeta kurdan ?

xwezî êdî barzanî dev ji rêvebiriya kurdistanê berdabûya belkî yek bi wicdan bihata şûna wî. lê dev jê bernade zêdetir hemû kadro û saziyan dike bin destê xwe û malbata xwe ..

min jî dixwest başûr bibe rûmeta kurdan lê mixabin a niha rûreşiya kurdan e..



05.11.2013 16:09 | brusk56