Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [komkujiya çand û hunera kurdî] de;

14. (bnr: hesen zîrek)

(bnr: ankaranin taşina bak)

http://www.siirttenote.com/2014/03/05/diziya-li-ser-stranen-hesen-zirek/



12.03.2014 01:15 | brusk56

1. komkûjiya ku him bi destê dewlata tirk û him jî bi carinan bi destê kurdan tê kirin e .



Kurdan, tenê ji avabûna dewlata TCyê heta niha 29 caran serî hildaye. Carek tenê jî serkeftî nebûye û dewleta tirk her caran bi kuştinan û komkûjiyan Kurdan têk biriye. Lê mixabin dewlata tirk faşizma xwe ne tenê bi çekan rêvebiriye, bi tunekirina çand û hûnera Kurdî jî xwestiye Kurdan asîmîle bike.



Bi qedexekirina zimanê Kurdî, bi perwerdeya Tirkî, bi dibistanên YIBOyê, bi tunekirina pirtûkên Kurdî û belkî jî a herî giring bi tunekirina mûzika Kurdî. Gelek caran stranên Tirkî ji me re û belkî jî bav û qalê me re gelek nas hatiye. Weke minak dema hûn guhdarî filmek a Kemal Sunal dikin hûn "hele yar yar" dibihîzin û gelek baş zanin ku ev stran ji Kurdî hatiye wergerandin.Weke vê, gelek minak hene ku mirov di nav jiyana xwe ya rojane de dikare tespit bike.Ibrahim tatlises, Mahsun Kirmizigul ku eslê xwe Kurd in, bi dehan stranên Kurdî wergerandine Tirkî û ji ser talankirina çanda Kurdî pere kar kirine.

Derbarê vê mijarê de min nivîsek li http://www.aykiridogrular.comê de xwend. Nivîskar bi lêkolînek biçûk gelek stranên ji Kurdî hatî dizîn tespît kiriye. Ev mesele hewceye baş bê lêkolinkirin. Çêkirina albûmekî ku, ji stranên Kurdî ên hatî dizîn pêk tê, wê gelek baş be bawerim.



Nîvîsa derbarê vê de li vir e * * ;

http://www.aykiridogrular.com/haber-481-Kurtce-Sarkilar-Nasil-Turkce-Oldu.html



08.11.2013 00:54 | brusk56