Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tantunî] de;

4. xwarina ku berê min zêde zêde dixwar.

dema ez di pola dawî a lîseyê de bûm, hema bêje her roj piştî dibistanê li dersxanê ders an jî ezmûn hebû. lewma me jî li sûka mêrsînê tantuniyek dixwar û wisa diçûn dersxanê. ji bîra min naçe, bûhayê tantuniya bi goştê mirişkan, 1.5 tl bû. me gelekî jê hez dikir û bi xwedê rojekî tenê xwarina tiştek din nehatibû bîra min.



piştî min zaningehê kar kir û ji mêrsînê koç kir, serî de min gelekî bêriya tantunî kir. lê aniha dema ez diçim mêrsînê carekê dixwim û dibêjim yaw xweşbûna tantuniyê tê fişal kirin. tama berê jê nastînim. nizanim çima. belkî jî quna min rabûye lewma *



29.07.2014 00:02 | brusk56