Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ofîs] de;

8. navê taxa ku kolana hûnerê ku wê bê rakirin lê ye.

bi min divê ev tax bi tevahî ji trafÎkê re bê girtin. vaye çend sal e behsa tiştek wisa dikin lê çênebû.

ger erebe tunebana wê ew tax bûbûya derekî gelek xweşik.

ji xwe di projeya tramvayê de, tramvay ji şahrêya ekincilerê derbas dibe û ev şahrê ji trafîka erebeyan re tê girtin. gerçî xwedê zane piştî çend salan wê pêk were.

kero nemira bihar tê ..



27.11.2014 13:17 | brusk56

7. semta amedê a herî qerebalix e .

lê bi rastî jî reng û taybetiyên amedê nahewîne. yanê mirov dema li ofîsê bigere, pergî tiştên ku li mirov bide fêm kirin ku li kurdistanê ye, tune ye . belkî wê hin kes bêjin ma te çi hêvî dikir te çi dixwest tu bibînî.

çi zanim, keçên li vî taxî digerin ji keçên li edenê ne cuda ne . lawên vî taxî jî dîsa wek bajarekî tirkan e (tenê hinek zêdetir diz û psîkopat tê de hene) * taybetmendiyek karakterîstîk tune ye yanê .

tu bêjî navê firoşgehan bi kurdî ye ? na wele %90 bi tirkî ye an jî biyanî ye.

tu bêjî li vî taxî esnaf bi kurdî diaxive ? na wele ew jî tune.

tu bêjî dema gerîlla şehîd bikevîn ev tax dikanên xwe digire, çalakiyan dike ? na, mixabin.

nexwe çi ferka ofîsê û enqereyê ma ?

hema bêje, di nava bajarê ku paytaxta kurdistanê ye de, bajarek ji kurdistanê re biyanî ye ofîs ..



10.12.2013 00:03 | brusk56