Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kesên ku divê di tirşikê de binivîsin lê nanivîsin] de;

9. populasyona ku piranî li twitterê dijîn e.

ji sibê heta êvarê dikarin 500 tweetan biavêjin û bi tevahî hejmara tweetên wan ji deh hezaran derbas bûye lê tenê herikiye çûye. kêr tu tiştî nehatiye. wenda bûye çûye. belkî çend kesên ku wan dişopînin dîtine û hew.

yanê dema yekî li înternetê lêkolînek bike wê pergî wan tweetan neyê. û piştî 2 saet din ew tweet wê kevin bibe. êdî nayê xwendin.

lê qey tirşik wisa ye. tişta ku te beriya 3 mehan nivîsandiye jî tê xwendin. her tişt di nav pergalekê de hatiye nivîsandin. mirov bi hesanî dikare xwe bigihîne mijara ku dixwaze. lewma hewce ye ew kes, aqlê xwe bistînin serê xwe û werne fikr û ramanên xwe li vir binivîsin.

(bnr: tirşik vs twitter)



18.12.2013 00:45 | brusk56