Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [efrîn] de;

2. Efrîn an Afrîn bajarekî Başûrê Rojavaya Kurdistanê (Sûriye) ye. Navê deverekê ye li Çiyayê Kurmênc‎. Niha bi wîlayeta Helebê ya Suriyê ve girêdayî ye. Efrîn navê bajarê navenda heman deverê ye jî. Daniştvanên wê bi giştî Kurd in ji xeynî fermanberên dewletê ku ji deverên din hatine. Ferehiya devera Efrînê ligel 366 gundên xwe dighe 2.033 km çiwarkoşe e. Di bajarê Efrînê de nezîkî 80.000 daniştvan dijîn. Li devera Afrînê bi giştî jî nizîkî 490.000 kesan dijîn. Bi navenda Afrînê ya fermî ve 7 deverok an nehiyên din girêdayî ne: Efrîn (navend), Cindirês, Mabeta, Reco, Şiyê, Bilbilê û Şera.Wateya peyva Afrînê (afirandin, afirîn) cihê çêbûna pîrozî ye. Di 20-ê Temûza 2012-an de gelê Kurd, rêveberiya bajêr û ya Cindirêşê jî xistin destê xwe.



Herêma Çiyayê Kurmênc (Efrîn) beşê herî rojava yê Başurê Biçûk e. Ew dikeve rojhilatê Çiyayê Gewr (Amanos) yanî senceqa Îskenderûnê (Hatay). Ferehiya vê herêmê ji rojhilat heya rojava dora 55 km e û ji bakur heya başur nêzîka 75 km e. Xeta tirênê, ku ji Stenbolê diçe Helebê , di vir re derbas dibe.



Çavkanî: Wikipedia



07.01.2014 13:06 | brusk56