2. Dêrika Hemko bajarekî Rojavayê Kurdistanê ye (bi erebî navê wê kirine Al-Malikiyah). Ev bajar nû ye, lê li ser zemîneke dîrokî hatiye ava kirin. Bajarê Dêrika rengîn nêzîkê Ava Mezin e ku jê re dibêjin çemê Dîcle. Ev bajar li dora 100 km dikeve rojhilatê bajarê Qamîşlo. Li aliyê rojhilatê Zaxo, li rojava Tirbê Spî, li bakûr Tilkoser û ji aliyê başûr ve Cizîra Botan, dibin tixûbê devera bajarê Dêrika Hemko. Bajarê Dêrikê bi xwe li ser deşta Hesinan hatiye avakirin. Di serdema kevin (dema Frensiyan) de ji Dêrika Hemko re digotin navçeya Dîcleyê. |
|
07.01.2014 13:07 |
brusk56
|