Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [whatsapp] de;

34. xweş bername ye lê êdî êdî dibe bela. yaw bi taybetî piştî ev komên di whatsapp ê de ev qas berbelav bûn êdî serê xulekekê peyamek tê. mirov nikare nîv saetan telefona xwe dane erdê.

weke mînak di whatsapp a min de ji bo maçên halisahayê komek, komek ji bo hevalên me yên intern, komek ji bo koma me ya stajê, komek ji bo pismam û dotmaman, komek ji bo hevalên nêzik ..



eslê xwe de derfetek zêde zêde xweş e. hemû kom jî gelek kêrhatî ne û karê mirov gelekî kurt dikin. lê ev derfet bi xwe re peyamên vala jî tîne ku ew jî wextê mirov distîne..



31.03.2015 23:28 | brusk56

31. Bi taybetî taybetiya komê ya vê bernameyê gelek kêrhatî ye. êdî her kes ji xee re kom vedikin û axaftinên xwe li wir çêdikin an jî bangewaziyên xwe ji wir dikin.bi vî awayî bi peyamekî haya herkesî ji meseleyê çêdibe..



04.03.2015 07:58 | brusk56

16. bernameya ku vaye 3-4 saet e naşixule.

beriya 2-3 rojan facebookê kirî vî bernameyî înşallah tu têkiliya vê yekê bi vê rewşê re tune be.

di vê navberê de, dibêjin hackerên kurd hack kirine.



23.02.2014 00:02 | brusk56

4. bernameya ku ger tune be, êdî tu kes bi te re nabe hezkirî . pêşîn ev tê pirsîn. ew qas giring e *



06.08.2013 02:05 | brusk56

2. bernameyekî pir kêrhatî ye .

hema bêje di telefonên hemû kesên ku xwediyê telefonên biaqil in de heye.

erka xwe gelek baş tîne cih û ji ber vê jî bi milyonan kes bikartîne . min vê bernameyê demekê rakiribû, paşê beriya 2 rojan min dîsa li telefona xwe saz kir. ew peyamên ku dema bername di telefona min de tunebûn hatine şandîn jî derxist hemberê min. û di nav wan de wêne felan jî hebûn. min got welle helal be ji we re.



05.08.2013 00:54 | brusk56