Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ji tirşikê sarbûn] de;

3. eslê xwe de ne sarbûn e. tenê tiştek wisa heye ku, dema hejmara peyaman li ser 50-60 an ket, kî were tiştek dinivîse û diçe. lê dema yek bê û binêre alê çepê vale ye, ew jî tiştek nanivîse dimîne hêviya nivîsandina xelkê.

yanê ev yek weke ku dema 5-6 kes di civatekê de ye û herkes bi hev re hiş dibe, deng ji tu kesî nayê, wê demê her tişt ji serê mirov diçe heçko tu tişt tune mirov biaxive. lê dema yek behsa tiştekê bike, hemû mesele û bûyer tên bîra mirov.

di tirşikê de jî wisa ye, dema tu peyamek dinivîsî ew weke 2 heban tê hesibandin. ji ber ku ew peyam bi xwe re peyamek din tîne û dibe sedema nivîsandina peyamek din.



25.12.2013 01:59 | brusk56