Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mela û tecwîd] de;

1. Melayek hebû ku gelek ji tecwîdê hez dikir. Ewqas ku ji suxteyên xwe jî dixwest ku di sohbetên jirêzê de jî bi tecwîdî pê re biaxivin. Heçî li gorî vî qaîdeya wî hereket nekiriba, mela pê re dixeyidî. Seba vê çendê xwandekaran jî hay ji xwe û şitexaliyê ku bi melê re dikirin diman.

Rojekî dema melê ders dida feqiyan, yê feqî dît ku qitîskek agir kete ser şaşika melê û pêde diçe, dişewite. Hema feqî dev ji xwendinê berda û berê xwe da melê û bi tecwîdî:

-Seydaaayê min î berêêêzzz… Vaaaye ez dibîniiiim ku… qitîskek agiiir ji naaav vî agirê cem meee rabûûû, fir da, fir da, fir daaaa, pişt re hate seeeerê seydaaa me yêêê delaaal û li seeeer şaşiiikaaaa wîîî yaaa bimbaaariiik cih giiiirtttt!!!!!.

Seyda hema bi lez destê xwe avête şaşika xwe, lê mixabin hetave şaşik bubû qirrik.



çavkanî ; Abdulkadir Bingöl



11.01.2014 11:27 | brusk56