Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mizgefta mezin] de;

1. Mizgefta Mezin an jî Mizgefta Bilind, bi Tirkî: ulu camî navê mizgefteke navdar a Amedê yê. Li ser bedena Amedê hatiye avakirin. Mizgefta herî kevn a li Bakurê Kurdistanê ye. mizgefta herî kevn a Anatolyayê ye jî .

Gorî dîroka Osmaniyan ev mizgeft berê dêr bûye û wergerandine mizgeftê. Bi texmînî di sala 639'î de ji dêrê wergerandine mizgeftê. Lê mêjûyê avakirina wê nayê zanîn. Nêzîkî Deriyê Mêrdînê ye.

Ji aliyê mîrên Kurdistanê ve gelek caran hatiye nûkirin. Gorî baweriya Îslamê pêncemîn mizgefta pîroz e. Mizgeft gorî mezheba Şafî hatiye temîrkirin. Kevirên bi nirx ên ji Rihayê anîne hatine bikaranîn.



13.01.2014 00:00 | brusk56