Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [facebooka kurdî] de;

14. Tişta ku ji xwe ji aliyê kurdan ve nayê bikaranîn. Çi zazakî çi kurmancî.

kurd miletek ev qas xwelîser e. Tu bêjî bila facebook bibe kurdî belkî 100 hezar îmze bikarî berhev bikî. Lê ya çêkiri di ortê de ye tu kes bikarnayne.

Wextê hilbijartinê de jî wisa ye. nîvê kesên tên mîtîngan, reya xwe bikarnaynin.

erê 2 pirsgirêka herî mezin a kurdan ev in. Yek facebooka kurdî ye û ya din jî hatina mîtîngan lê bikarneanîna reyan e *



30.10.2014 16:49 | brusk56

8. tişta ku ji aliyê %19.4ê kesên rûpela tirşikê a li ser facebookê ecibandî tê bikaranîn e.

a rast min ev qas hêvî nedikir . ji ber ku ên vê rûpelê ecibandî, kurdî dizanin û dikarin fêm bikin. dîsa jî ji her 5an yekî facebooka xwe bi kurdî bikartîne.

vaye îstatîstîkên rûpela tirşikê ; (ev îstatîstîk a 1500 kesan e)

Tirkî 1.080

Kurdî (kurmancî) 292

Erebî 47

Îngilîzî (DYA) 24

German 20

English (UK) 16

Fransî (Fransa) 8

Swêdî 6

Denmarkî 4

Persian 3

French (Canada) 2



31.01.2014 20:14 | brusk56

3. tişta ku teqez ji 6 hezaran zêdetir kes bikartîne ye.

yaw hema bêje ez dikarim 6 hezar kes bêjmîrim * ji xwe vaye oxir xwediyê 4-5 heban e.

dibe ku ew hejmar, hejmara kesên wergera facebookê dike be.



23.01.2014 11:10 | brusk56