Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [01.02.2014 kampanyaya danasîna tirşikê ya li ser twitterê] de;

26. kampanyaya ku dikare her heftî were lidarxistin *

ez bawer im xêra vê kampanyayê haya gelek kesan ji tirşikê çêbû û heta niha 22 nivîskarên nû tevlî me bûn. hêvîdar im ev nivîskarên nû mayînde bin û herdem aktîf bin.

lê xwezî em zêdetir biorganîze bûbûyan. yanê divê em ji kesên navdar re bêjin ku tweetên di derbarê tirşikê de biavêjin. ev yek gelek baş dibe û ji xeynî wê nivîskarên tirşikê zêde ne online bûn * bawerke herî 5-6 nivîskar li wir bûn. belkî heta careke din, em bihêztir vegerin twitterê ..



02.02.2014 00:41 | brusk56

13. kampanyaya ku tirşikvanên li suîdî erebistanê dijîn despê kiriye ye *



https://twitter.com/MSErzen/status/429663804583313408



01.02.2014 19:15 | brusk56

8. BÛYERA KU WÊ îro pêk were ye.

ji bo şopînerên me yên di facebookê de jî beşdar bidin, ji rûpela tirşikê şandîyek wisa hat weşandin ;



"HEVALNO !



ji bo reklam û danasîna tirsik.net'ê, îro saet 20.00 an de, em ê di twitterê de, bin taga #tirsiknet ê de tweetan bişînin. yên xwediyê hesaba twitterê, ji kerema xwe re hûn jî piştgiriyê bidin me.

di bin taga #tirsiknet ê de, tweetan bişînin û tweetên hatî avêtin RT bikin . bi vî awayî wê haya zêdetir kesan ji tirsik.net ê hebe.



EKŞÎSOZLÛKA KURDAN ▶▶▶▶▶ TIRSIK.NET ®



TIRŞIK, YEKEMÎN FERHENGA ÎNTERAKTÎF A BI KURDÎ YE.



KEREM KIN HÛN JÎ BIBIN ENDAM Û DESPÊ NIVÎSANDINÊ BIKIN ! "



01.02.2014 10:20 | brusk56

6. kampanyaya ku heta niha 2 kesan fikrên xwe yên erênî eşkere kirine ye .

fikrekî cûda jî nehat eşkere kirin. wisa xuya dike ku em ê roja şemiyê saeta di navbera 20 û 21 ê de, di bin taga #tirsiknet ê de binivîsin ..



30.01.2014 00:04 | brusk56

4. kampanyaya ku bi nivîsÎna di bin hashtaga #tirsiknet ê dikare were çêkirin e.

bi vî awayî em dikarin li hashtaga #tirsiknet ê bitikînin û hemû tweetên hatî şandin bibînin û rt bikin .



28.01.2014 11:58 | brusk56

2. kampanyaya ku benda piştgiriya tirşikvanan e.



28.01.2014 11:30 | brusk56

1. pêşîn (bnr: nivîskarên tirşikê li ser twitterê hevdu dişopînin) û (bnr: hesabên twitterê ên niviskaran) .

gelê tirşikvanan ! ez dixwazim kampanyayek ji bo danasîna tirşikê bidim despê kirin.

twitterê de, di saetek û rojekî hatî diyar kirin de, em hemû, tweetên di derbarê tirsik.netê de bişînin û ji hevalên xwe jî bixwazin ku retweet bikin an jî ew jî bişînin.

em dikarin vê yekê di rûpela tirşikê a li ser facebookê de jî parve bikin û her nivîskar dikare vê yekê di rûpela xwe ya facebookê jî parve bike.

di twitterê de gelek nivîskarên me hene û ji bilî vê jî gelek kes hene ku piştgiriyê bidin me. bi ya min, bi vî awayî em dikarin dengê xwe bigihînin gelek kesan. te hew nêrî em ketine di nav tt'yan de *

ger bêhtir pêşniyariyên we hebe ji kerema xwe re binivîsin .

li gor fikra we û piştgiriya we em dikarin saetek diyar bikin û tiştek wisa bikin.

bi ya min roja şemiyê(1ê sibatê), saet 20-21 musaît e .



28.01.2014 00:48 | brusk56