Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dead poets society] de;

6. Filma di 1989 an de hatî kişandin a ku robin williams di serlistîkvaniyê de dilîze.

Heta niha min gelek caran bihîstîbû lê min nedizanî filmek çawa ye. Qet ne wek film amin hêvî dikir bû, filmekî ecêb bû. Bi min ne ew qas baş bû lê dîsa jî hinek deran gelek xweşa min çû.



++spoiler++



-- Sehneya ku mamoste john keating digot bila herkes wek xwesteka xwe bimeşe gelek pêkenok bû. Şiklê wan xwendevanan ez gelek kenandim.

-- sehneya dawî ew a hemû xwendevan derdiketin li ser masê wek sehneya hababam sinifi bû * hindik mabû hemû xwendevan yeko yeko bêjin "na, nameyan min şand". lê di vir de, hemû xwendevan ranebûn, hema bêje nivê wan rûniştîbûn. nexwe ev hinek din realîst e *

-- neil wek keran bû bi xwedê. yaw tu çima diçî, di cî de xwe dikujî, hê bavê xwe re tiştek negotî. bavê reben belkî piştî raperîna te wê destûr bida te. qene nerazîbûna xwe jî şanî malbata xwe neke û here xwe bikuje. wele te gelek eyb kir. niç niç niç.

-- captain my captain mamosteyekî mînak e. xwezî hemû mamoste wisa bûna.



++spoiler++



haa hê min xelas nekirî ; robin williams di vî filmê de lîstikvaniya xwe ya hêja şanî me kiriye.



puana min jê re ; 76



22.06.2014 00:09 | brusk56