Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hasan cemal] de;

9. kesê ku beriya hilbijartinên heremî got ez ê reya xwe bidim chpê.

ez bi xwe zêde tişt ji van kesan hêvî nakim. dema min bihîst ku wê reya xwe bide chpê û vê yekê eşkere kiriye, qet aciz jî nebûm. ji bo min ji xwe ne tiştek ew qas hêja bû ku min aicz bike an jî xemgîn bike.



lê ez şîroveyên weke "saxiya serê kurdan pere kar dike" jî zêde zêde serveyî dibînim. yanê ev mantiqek zêde sivik e.

weke min gotî ji xwe ne mirovek ew qas hêja ye. lê ev jî heye. ev zilam bi kurdan re mijûl e. şîroveyên xwe yên wecdanî bi tirkan re, bi riya rojname û bernameyên televîzyonê parve dike.



îşte kurd dema yekî ne ji wan be zêde qiymetê didin nizanim çi. me çi qiymet daye yaw. yanê çûye qendîlê hevpeyvîn kiriye bi gerilayan re, çûye rojava û bi şervanên ypgê re hevpeyvîn kiriye yanê çi bûye ? ne mirovek ew qas xerab e, di derbarê kurdan de viran nake, agahiyên rast radigihîne medyaya tirkan. eslê xwe de ji bo me xebatek baş jî dike. rey nedabe bila nedê ne ew qas pirsgirêk e. ji xwe ji ber ku ne mirovek pkkî ye lewma di medyaya tirkan de xwediyê cihek e. ger pkkî bûya wê wek amed dicle, cahid mervan bûya û wê tu kesî(di medyaya tirkan de) guhê xwe neda wî ..



17.04.2014 00:01 | brusk56