Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [22.03.2014 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê] de;

96. civîna ku hema bêje 6 sal ser re derbas bûye. wext çi zû derbas dibe.
her wiha, civÎnek pir xweş bû *
xwezÎ derfet hebûya em vegerin li wa rojan.



22.12.2019 00:04 | brusk56

76. civîna ku ji bo bibe dîrokî, divê peyama ocalan lê hatibûya xwendin.

mixabin me ji bîr kir. belkî carekê din ..



23.03.2014 00:00 | brusk56

68. civîna ku bi beşdarbûna 11 kesan, di nav ken û henekan de pêk hatiye ye.

civîn nêzikî du saet û nîv berdewam kir.mazlumozdogan û gulgenim bi qasê nîv saetan zû rabûn *

ez bi xwe, jê gelek memnûn bûm. vaye wêneyên civînê jî li vir in ;

http://tinypic.com/r/29vmofd/8

http://tinypic.com/r/a0ccv7/8





ên ku beşdarî civînê bûn ; brusk56 , nan û av, endazer, mazlumozdogan, gulgenim, gelawej, renas, serhat avci

em navê wan li vir qeyd bikin da ku paşerojê de em bizanin kî beşdarî civîna yekem a tirşikê bûbû *



22.03.2014 20:40 | brusk56

61. civîna ku wê 9-10 kes beşdar bibe. ji xwe ev qas bes e.



21.03.2014 20:02 | brusk56

47. civîna ku ger li cafeya rojê bê kirin, dibe ku em nekarin ji xwe re cihek bibînin. ji ber ku weke hûn dizanin gelek kes ji bo newrozê tê amedê û cafeyek wek rojê jî tehmîn nakim ku bimîne vale.

gelo em li cafeyek zêde neyê zanîn çêkin ne çêtir e ?



19.03.2014 00:07 | brusk56

31. civîna ku herkes dikare beşdar bibe ye *



12.03.2014 00:07 | brusk56

27. civîna ku heta niha endazer, serhat avcı, mazlumozdogan, brusk56 bi awayekî net gotine ku em ê bên.

rasteqîn û nan û av û kurê xelkê jî heçko wê bên axivîne. yane ger neyên wan ji xwel rewşa hewayê ne *

selpakfiroş, gelawej û renas jî dibe ku werin. heta niha rewş ev e. tabê wê hê hûnermedên surprîz jî bên *



11.03.2014 00:50 | brusk56

24. civîna ku hewce ye hûnermedên surprîz jî bê *

an jî bulent turan felan



08.03.2014 22:23 | brusk56

19. civîna ku ez ê teqez beşdar bibim e .

bi qasê ez dibînim em ê ne zêde kes bin, min ji bajarê herî tirşikvan zêdetir kes hêvî dikir.

dîsa jî baş e. em bên ba hev, hevûdû nas bikin bes e .



08.03.2014 09:04 | brusk56