Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kardoxî

profîla "kardoxî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mirtoxe] de;

4. (bnr: mertoxî)

li ba me dibêjin "mertoxî".



malzemeyên mertoxiyê:

têra kesên ku wê mertoxiyê bixwin arvan (ard), xwê, rûn



çêkirina mertoxiyê:

1. rûn bixe nav miqilkê, bila rûnê te biqijile.

2. paşê hinek arvan berde nava rûn, piştî ew arvan hinek qeliya, hinek din berde ser. bi vî awayî heta ku arvanê di nav rûn de qeliyayî ne pir tîr û ne pir ron be arvan lê zêde bike. (dema te arvanê di nav miqilkê de li hev civand divê serî hinek şil be, yanî zêde rûn bi ser neketibe.)

3. hê arvan baş neqeliyayî, hinek xwê lê bike. li gorî kêfa dilê xwe xwê hindik yan zêde bixê.

piştî ku rengê arvanê te bû qehweyî, miqilkê ji ser argûn rake. mertoxiya di miqilkê de bixe nav teyfikekê û afiyet û noşî can be.



li amedê, beriya ku mertoxiyê ji ser argûn rakin, hêkekê yan du hêkan berdidin ser û baş tev didin, paşê dixin teyfikekê. (bnr: xwarinên kurdistanê)



02.07.2015 12:14 ~12:17 | kardoxî