Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kardoxî

profîla "kardoxî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [cat 6] de;

1. cureyekî kabloyên înternetê ye ku ev mehek e ji derdê wê ez vîjikî bûme. Ji ber ku li derdorê pir kes pê nizanin, yên pê dizanin sergiranî dikin û ji bo kişandina vê kabloya ku metreyeke wê bi 0,75 TL ye, 100 TL (qelenê diya xwe) dixwazin.

Cat 6 kurteya Category 6 e ku heta do (15.07.2013) ez pê nizamibûm. Kabloya Cat 6 heta 250mhzî performanseke bilind nîşan dide. Wate, înterneta te li gorî starndardên heyî bileztir e.

Ji bo girêdana înterneta fîber tê bikaranîn. Kabloyên fîber heta zemîna avahiyê tên kişandin, li wirê li cîhazekê tên girêdan (cîhaza bidawîanîna fîberê) û seriyekî cîhazê wekî switchê ye û ji wê switchê jî bi kabloya Cat 6 întera fîber bo malê tê kişandin.



16.07.2013 12:29 | kardoxî