Tirşik - Profîl
tirşik-profîla azadixwaz

profîla "azadixwaz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ji tirşikê veqetîn] de;

10. mijara buyî sedem ku hema her kes ji hevudin re bêje dev jê berde û here. ev çi ye lawo! kî, kê ji kurdistana xwe (tirşik) dicehimîne? kurdistan ne malê tu kesî ye bi tena serê xwe, ya hemu kurdan e (û heta ne tenê ya kurdan)!

kurdno! halê xwe binêrin ji pergala perwerdeya nijadperestên tirk çi bi serê we de jî hatiye! hema kî rabe wê weke faşîstên tirk bêje yan qebul bike yan here. na welleh ez (hêvîdarim piraniya kurdan jî) vê yekê qebul nakim. kî dixwaze dikare biçe lê mafê tu kesî tune ku yeke din rêke!





ya dawî:

calm down birakên delal û xanimên xoşewîst!

ev ne meseleyeke wisa ye, em demildest çareser bikin û yê beramber bînin ser fikra xwe.

hinekî din azadî!

hinekî din ronahî!

û hinekî din tehemûl!



24.06.2016 12:05 | azadixwaz

2. tişteke pir rehet e.

gelek caran hatiye jiyîn.

lê mayîn û berxwedan tişteke zehmettir û qîmettir e, armanca min ne ew e ku ez tu kesî bi zorê li vir bihêlim lê a pêwîst divê mirov ji bo hin tiştan zêdetir berxwe bide hewl bide ku ya bi ditîna wî rast, pêk bîne.

ez jî ya rast, nexwazim li dinyayeke wehşiyeteke weke ya daîşa bêîman, boko haram, akp, hîroşîma, helebçe û hwd. bijîm lê ez xwe nakujim û bi hêvî me (ne gelî zêde) ku pêşeroj xweştir be.

moderasyona malperê ne tişteke rehet e û zêde ked dixwaze û ji xeynî wê jî, her kes rexne û gotinên dijî xwede gelekî hessas in. heta niha ji ber bêbaweran oldar, ji ber dij-pkkiyan pkkyî û berovajî gelek kes dev ji tirşikê berdan. gorî vê yekê be emê qet nekarin li vir behsa olê, siyasetê û belkî pêşerojêde behsa cinsiyetê çandê û tiştên din bikin.

divê tehamûl li ferhengê zêdetir be, helbet heqaret û nefret divê bê asteng kirin lê her tiştê ku mirov aciz dikin nikarin bên jêbirin.



23.06.2016 12:04 | azadixwaz