Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gabarî

profîla "gabarî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [berken bereh] de;

6. ji nav deryaya helbestén wî helbestek:



de were



roj bihurin

demsal, sal

çend caran kulîlk vekir darbehîvé

heyvé xwe çend caran nû kir

nayé jimartin mehrûmé

tu nehatî!



ne şéx ne mişayix

ne axa ne beg

qeşmerek nema

min xwe neavétiyé

tu cardin nehatî!



temen tirş

rû tijî kirş

bajar

hejar û jar ma

min efareya te jî xwar

yar

de were!

de were!

jiyané li min bike bihar!



10.08.2013 14:52 | gabarî

5. helbestvané sala 1954'an li şirnexé ji dayik bûye.helbestén wî cara péşin, di sala 1979'an da, di kovara tiréjé de (yekemîn kovara kurdî ye li bakur) weşiyan.Heta niha helbest û nivîsarên wî di gelek kovar û rojnameyên kurdî mîna (Tîrêj, Nûdem, Jiyana Rewşen, Hîwa, Azadiya Welat, Tîroj û yên internetî û hwd.) de belav bûne. Bereh li welét dijî mamostetiyé dike...



berhemén wî:

Êş, Helbest, Weşanên Sî (2001)

Şagirtên Evînê, Helbest Weşanên Sî (2003)

Pandomîm, Helbest, Weşanên Belkî (2006)

Şîna Helbestê, Helbest, Weşanên Doz (2008)

Dilê Min Palgeh e ji Işqê re, Helbest, Weşanên Lîs (2010)



10.08.2013 14:37 | gabarî