Tirşik - Profîl
tirşik-profîla cinorek

profîla "cinorek"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çemişgezek] de;

3. Navçeya ku di dîroka kurdan de xwediyê cihek pir giring e. Niha girêdayê dêrsimê ye. Lê dema osmaniyan hemû dêrsim, çend aliyên Xarpêtê (mînak navçeya keban û devera qereçoriyan) û başûrê erzinganê herda Çemişgezekê bû.

Herwiha dema sedsala 16'an de ji Çemişgezekê weke mîratiya kurdistanê hatiye behs kirin.

Îro demografiya navçeyê wisa ye:
- kurmancên sunnî: %40
- tirkên sunnî: %20
- zazayên sunnî: %3
- kurmancên elewî: % 18
- zazayên elewî: %17
- tirkên elewî: %2

Lê mîxabin îro hem sunniyên wir hem jî elewiyên wê derê gellek asîmîle dibin.



10.01.2024 06:46 ~06:53 | cinorek