Tirşik - Profîl
tirşik-profîla cinorek

profîla "cinorek"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mezheba şafiî] de;

3. Yek ji 4 mezhebên îslama sunîtî ye.
Pirraniya kurdên tirkiyê wê mezhebê tetbîq dikin.
Çend cûdatiyên wê mezhebê;
~her masî yan şeytanokên deryayê helal in. Mina canberî û axtapot.
~gava xwîn ji bedena mirov derkeve avdesta mirov betal nabe.
~Lê gava mirov temasê jinekê bike avdest betal dibe.
~ji bo zewacê îcazet lazîm e. Ji dê û bav yan jî ji her ki ji wan mesûl e.
Misilmanên malezya û endonezyayê jî li ser wê mezhebê ne.
Her çikas ku hijmara kurdên şafiî zêde be jî li tirkiyê û li kurdistana bakûr gellek kurdên henîfî jî hene. Eşîra me yek ji wan e. Li devera me kurdên zaza şafiî ne. Kurdên kurmanc henifî ne.
Gava xwarinên xoşmeze yên seafood dibinim dibêm xwezî ez jî şafiî bibûma *



25.04.2019 12:20 ~20:35 | cinorek