Tirşik - Profîl
tirşik-profîla cinorek

profîla "cinorek"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [di tirşikê de nivîsandina bi zimanên biyanî] de;

2. Em dikarin behsa mijara Ömer hayyam bikin wek mînaka vê xeletiyê.

Navê Omer Xeyam di edebiyata kurdî de wek Omer Xeyam an jî Omerê Xeyam tê qebûlkirin. Mijara wî di Wîkîpediya Kurdî de jî wisa hatiye vekirin. li wir Navê mijarê bi israr wekî 'Ömer Hayyam' vekirin bê vate ye. Ew bi tirkî ye. Lê ne Ömer Xeyam tirk e, ne jî zimanê Tirşikê tirkî ye.

Disa jî ger kesek bixwaze weke Ömer Hayyam çêke divê bê gotin ku ev bilêvkirina tirkî ye.

Ez bawer nakim kes li dijî wê yekê derkeve ku bêje wek Omer Xeyam nabe. Ji bilî Hemko82 *

Lê ez dixwazim vê nîqaşê hinekî din pêş bixim.

Divê mijarên li ser Kurdên navdar ên Bakur çawa bên vekirin? Mesela selahattin demirtaş an silhedîn demirtaş? berdan mardini yan berdan mêrdînî?



14.09.2023 05:39 ~05:40 | cinorek