Tirşik - Profîl
tirşik-profîla cinorek

profîla "cinorek"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [vîdyoya celal talabanî û kamûran bedirxanî ya sala 1963yan] de;

1. Videoyeka kevn derket holê celal talabanî seba televîzyona fransî dipeyve.
kamûran bedirxan jî gotinên wî digûherine fransî.
Dibe ku kamûran bedirxan soranî nizane lowma mam celal bi kurmancî axiviye.
Ya balkêş jî ew e ku mam celal ta di genciya xwe de jî kurmanciyeka baş zanibûye. (bnr: kurmanciya mam celal).
Di videoyê de ne tenê celal talabanî, kamûran bedirxan jî pir karizmatîk e.
(bnr: mala bedirxaniyan)

Here lînkê



12.10.2017 16:19 ~16:19 | cinorek