Tirşik - Profîl
tirşik-profîla cinorek

profîla "cinorek"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mexelandin] de;

3. Ji bo şûna kerî dihese re dibêjin mexel.
Ji bo vêhesina kerî jî dibêjin mexel bûn.

Lo! here vê pezê li mexel rake.
Ew çend saat e mexel bûye.


Û


Di mêrgê deve û ker
Diçêrîyan ser bi ser
Goštê wan tev bûye bez
Ne sewal û nejî pez
Mexel bûne ber li hev
Bi ser wan hatî shev
Devê go: tira mi tê
Kerê go: zira mi tê
Dibî zû gote kerê
Pir nêzîkî meye rê
Dibî hebin rêbiwar
Wê me bajon bin bar
Ez ne xurtim wek cara
Pisht kul bûye ji bara
Tijî wek min bike tir
Nebî, bikî zire-zir
Lê ew kerê têr giya
Sivik rabû ser piya
Heta jê hat kire zir
Ew çol ji deng tije kir
Kerwanek diçû di rê
Çawa hat dengê kerê
Yekî ji nava kerwan
Barê kerê wî giran
Go: wa, dengê kerê tê
Vaye li vê derê tê
Du kes derketin ji rê
Berê xwe dan cem kerê
Çawa gihane mêrgê
Dîn ko ker û deve lê
Ew herdû dane ber xwe
Li wan kirin barê xwe
Xuyaye ker nezan bû
Barê wî pir giran bû
Xwe avête ser qadê
Nema diçim bi xwedê
Çiqas lê dan wan bi dar
Kerê xwe kir wek mirar
Barê wî jî dan devê
Ma wê çibkî wê shevê
Demek dîjî raborî
Bû firt-firta wî kerî
Wê shevê û wê revê
Ew jî danîn ser devê
Rewsha deve bû nexwesh
Bû zirzira kerê resh
Devê jêre gazi kir
Go: te ya xwe bi min kir
Heta lota mijî bê
Tê bibênî wê çi bê
Šev çû li wan bûye roj
Newaleke weke doj
Teng û kûr û pir zirav
Jêrê wê jî tijî av
Deve bakire kerê
Xwesh binêre vê derê !
Go: wey malik mîratî
Ma wiloye biratî
Lê deveyê hêc û har
Lotek da xwe hate xwar
Kerê resh û tevlî bêr
Teqlo-meqlo çûnw jêr
Deve go: xwe bigre bash
Gelek serjêre ev kash
Lê kerê resh çû û çû ;
Heta perçe-perçe bû
Raste bostek nezanî
Dibî gazek xezanî
Ew hevalê bê mijî
Tejî bi xwer dikujî
Dema ko zira wî tê
Derdikevî jî xetê
Ewî kerê bîrnebir
Barê devê giran kir
Li ser pishta wî bû bar
Pashê çilo hete xwar
Ew hevalê pir xiniz
Pashê dibî qelawiz
Ew xwe dixî bin bara
Dibî kerê neyara
Emanet û sed zinhar
Ji pîsa re mebe yar
Bi çewtî jî bilîzî
Dengê te nabihîzî
Bê shêwir û bê biryar
Weke zanî, dikî kar
Ne hish heye, ne mijî
Tejî bi xwer dikujî
Ey hevalên partîzan
Win guh medin ê nezan !
Wî tim ji xwe bikin dûr
Bere herî cihên kûr
Tilya te bû penceshêr
Sher zêde bû, nema xêr
Zû bibire tilya kul
Da nexweshî neghe dil
Yek nexweshî bikêshi
Bere partî neyêshi
Zîyan dikî wî xortî
Paqij dimênî partî
Dema partî diçî pêsh
Dijmin hawîr weke mêsh
Sivik xwe dighênî nav
Shêlû dikî li me av
Xwe di kar de nakî sist
Lê tim dikî kurdepist
Êrîsh dikî heçî bash
Dako xwesh negerî ash
Kadir divê shiyar bin
Li her kesî guhdar bin
Tim rê ji ber wan bigrin
Ta bi jehra xwe bimrin
Tirsê dixin dilê we
Da pir bikin kulê we
Hina ji me dikin diz,
Hina dikin qelawiz
Devê wan tev qerêjin
Pir derewan dibêjin
Dibê: min wilo bihîst
Ne carekê, sed û bîst
Lê guh medê tev derew
Ê dibêjî, tenê ew
Ew radibî weke shêr
Belav dikî li bajêr
Da hin dîjî bibêjin
Lê em jî, wer ne gêjin
Mij tê çiyayên mezin
Tajî ji kêr dibezin ?
Me ser ne xistîye xew
Em nebûne çêlekew
Bere bikin gije-gij
Çiya natirsin ji mij
Kerwan diçî rê û rê
Dengê çiye li pey tê ?
Ev rê raste em dirin
Em ji vê rê nagerin
Nema divên pashatî
Bere bimrî qat-qatî !
Em kurd hemî birane
Barê me pir girane
Pishta di bin de xûz
Lê em nakin kûze-kûz
Divê em hilgirin bar
Çiqas riya me dijwar
Ko xwîn nerjê weke av
Kî dikarî bighê maf ?
Ev derê serxwebûnê
Tev sor bûye ji xwînê
Bi van zendên birîndar
Divê ko hilgirin bar
Destên bi xwîn neqshkirî
Ew vedikin vî derî
Ji borcewazên kurd hin
Bûne sazmanê dijmin
Divên me derxin ji rê
Da xwesh bikin shûn tirê
Xwe difrojin bi pera
Nema didin pey kera
Kerê reshe bi zir-zir
Ji ser devê ket û mir.
Ey gernasên xebatê
Pir bikin kêferatê
Êrîsh bikin qelawiz
Zû rê bigrin li ber diz
Lê sazmanê borcewaz,
Gelek jîr û gelek saz
Li washenton dikelin
Lê zanibe ne delin
Tev rovî ne çekurxwer
Ew xwe li me nakin der
Peran didin kerên me
Dikin bela serê me
Bi gotinên pir qelew
Hawîr dikin lewe-lew
Da tirsonek birevin
Pashê li wan bicivin
Xwe dikin miletoerwer
Da karibin bikin sher
Sherê heçî pêshketî
Çi serxetî, binxetî
Dijmin nabî dostê me
Divê bixwî postê me
Kurdên Sûrî û Îran
Bê xwendin û bê ziman
Lê wê arî kê bikin ?
Kurdistanê çêbikin
Ey qilawizên pir jîr !
Wen binêrin li Cizîr
Tijî kirin biyanî
Ma qey tu jî nizanî !
Tifke riwên va pera
Xwe mefrosh wek kera
Pir dilxwazê te me ez
Bere ji dest neçî rez
Pir sherme dijmin bêjin :
Kurd bicarek qerêjin !
Bê rêzan û bê rêber
Wan dikirin weke ker
Emê wan berdine hev
Virde rev û wêde rev
Ji bo qada xwe berdin
Bere bêjin em kurdin
Kurdên çi ? û merdên çi ?
Hemî tazî û birçî !
Derdikewin ji welêt
Derman nema li wan têt
Diçin kar û xebatê
Pir dikin kêferatê
Da ko nanê xwe derxin
Li pêsh çirav û erxin
Kinc shil bûne ji avê
Dûv ketîye çiravê
Shêr li tevan daye lep
Shikandine dev û gep
Hawîr lêdan û zindan
Hemî mane perîshan
Pir bûne li wan sawîr
Pîrhevokan wîre-wîr
Dilê wan mishte li tirs
Ji Ereb û Turk û Faris
Rojî, li wan bûye shev
Dil bi tirsin, dev ji hev
Wek leshkerê shikestî
Nema karî rawestî
Eger nebî yek serdar
Ma wê çibkin ev hejar ?
Tim li pêshe mêrê bash
Ew xwe carek nadî pash
Leshker li wî dibin kom
Êrîsh dibin Firs û Rom
Heval, mebin mêresil !
Bebî tirsê bixin dil !
Heçî tirsê bibênî
Wê, çawa dest hilênî
Dema zira kerê çu
Deve nema bidî dû
Guh medin lîzên neyar
Çav vekirî, tim shiyar
Bi kêferat û zanîn



12.01.2020 23:26 | cinorek