Tirşik - Profîl
tirşik-profîla cinorek

profîla "cinorek"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [siya evînê] de;

3. keserkur bû...bêrÎ bÛ... goç bÛ

ew destpÊka wÊ; çendin ax Û ax da kişandin...ax-a welat, axa-a evinÊ...



'Memduh Selîm beg di koça xwe de pencereyekê dibîne. Pencereyeke pir mezin di navbera erd û asman de. Pencere hêdî hêdî vedibe. Bi dû pencerê re deryake zelal û şîn dixuye. Deryake bê ser û binî di navbera erd û asman de. Tîrejên tavê li ser ava zelal diçirûsin. Tu pêl li ser avê naxuyin. Deng tune, her tişt din av bêdengiyê de ye. Ew li avê û tavê dinihêre. Ew hem din av avê de ye, hem jî li ser avê. Lê ji nişka ve, av li ber wî ji hev diçe û jê cotek kevokên spî radibin û bi firê dikevin. Kevok weke pembû spî ne. Kevokên xweşik, çend car, li ser deryayê difirin û paşê jî, hêdî hêdî bi dûr dikevin û winda dibin. Bi dû kevokan re, av dîsan ji hev diçe û jê keçikeke tazî radibe û firê dikeve. Keçikeke tazî, pir xweşik, pordirêj û bedew. Keçik şil e û tîrêjên tavê li bedena wê ya spî dikevin û dilopên k udi bedena wê re diherikin, dibin weke lûlû û elmas. Serê memikên wê yên çik dibiriqin. Bedena wê bi rengekî helesor diçirûse. Bejna keçikê carina dirêj dibe, carina jî weke bejna zarokekî, kin. Keçik ber bi Memduh Selîm Beg difire û tê nêzîkayî lê dike. Lê belê, tu carî ew xwe nagihîne wî. Ew, çend caran, li dor Memduh Selîm Beg, ber bi jêr û jor, xwe ba dide. Lêvên wê jî dilîzin, lê Memduh Selîm Beg dengê wê nabihîse. Paşê jî, keçik, rûyê wê ber bi wî, berepaş difire û winda dibe.

Bi dû windabû keçikê re, derya jî winda dibe. Nexêr, ew winda nabe, lê di derekê de xelas dibe. Dîsan pencereyeke mezin li ber Memduh Selîm Beg vedibe. Pencereyeke ewçend bilid ku erd û asman jê hatiye pê. Li pey pencerê jî din av bêdengiyekê de tişt, meriv, cih û deverên dixuyin.

Memduh Selîm Beg, ji pencerê, li wan dinihêre ku bizanibe ka ew çi ne û kî ne…'



http://cinorek.org/2012/08/22/goca-mehmed-uzun/



12.10.2013 05:24 | cinorek