Tirşik - Profîl
tirşik-profîla cinorek

profîla "cinorek"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [konstantînos kavafîs] de;

1. helbestvanekî yewnanÎ yÊ bajarÊn stenbol Û qahîre ye. ew bi bi helbesta xwe yê bi navÊ bajÊr navdar e.



BAJÊR



Dîbejî:"Ez'ê biçim welatekî din,biçim bahrek din

wê he be helbet ji vî çêtir bajarek

li hember biryara qederê ya neyênî pûç dimîne her taba min;

dilê min binax e -weke meytekî-

li vî ciyê stewr ma wê heyta kengî bimîne heşê min

xerabeyên reş yê temenê xwe dibînim

ruyê xwe bizivrînim kur,li kur binêrim

belheq ewqas sal li vî welatî dimînim"



Tu welatekî nû nikarî bibînî,bahrek nû nikarî

wê li dûv te were ew bajêr tim.

Tu wê li heman kuçan bigerî dîsa

li heman taxê kevn bikî salan;

wê li heman malan têkevin

porên te tayê spehî

herî ku'r jî tu'ê vegerî vî bajarî paşiya paşî.Hêvî neke tiştekî din.



Keştiya ku lê swarbî tune ye,rêya ku têkevî tun

çewa qedandibe temenê xwe li vê der,li vê quncikê

tu'ê werê biqedînî li quncikên dunyê din





Werger:Dûrzan Cîrano



05.10.2013 19:33 | cinorek