Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [monna rosa] de;

5. ji pênûsa helbestvan û nivîskarê kurd sabah kara wergera wê ya bi kurmancî:



1- Evîn û Çile



Mona Roza gulên reş, gulên sipî

Gulên Geyveyê û nivînê sipî

Çûkê perşikestî rehmet divê

Ax, wê ji ruwê te tev bi xwîn bibe

Mona Roza gulên reş, gulên sipî



Dengê wawîkan tê li hember heyvê

Bi tirs dinihêrin kîvroşk li çiyê

Mona Roza îro ez ne l’ser xwe me

Baran xwehir xwehir xwe l’axê dixe

Dengê wawîkan tê li hember heyvê



Şibakê veneke, perdeyan bigre

Mona Roza xwe ji ber min veşêre

Awirek te besî mirina min e

Famke Mona Roza dîntiya min e

Şibakê veneke, perdeyan bigre



Darên zeytûnê û siya bihîkê

Bi min derdikevin roniya tavê

Hungulîska nîşanê, dengê derîkî

Te tînin bîra min ji her alîkî

Darên zeytûnê û siya bihîkê



Sosin di tenhayiyê de vedibin

Û kulîlkên wehşî tim bi xurûr in

Bayê li pişt mûmekê disekine

Rihê bê roniyê min dihejîne

Sosin di tenhayiyê de vedibin



Destên te, destên te û tiliyên te

Wek gula hinarê biperçiqînin

Jin ji destên xwe tête naskirin

Weku di binê behrê de digerin

Destên te, destên te û tiliyên te



Zeman çiqas zû dibuhure Mona

Seet duwazdeh e vemrîn lembeyan

Raze da ku quling têkevin xewna te

Li ezmên nenêre evqas şaş û behitî

Zeman çiqas zû dibuhure Mona



Mexriban tên hertim çûkên hejîran

Datînin li bexça te ya hejîran

Hin ji wan sipî ne û hinin zer in

Ax, bila l’dewsa çûkan min bikujin

Mexriban tên hertim çûkên hejîran



Ku ez Mona Roza te peyda dikim

Li nava çavên çûkên hejîran

Bi jînê tijî dike vê babirkê

Ew awirên masûm... li ber avekê

Ku ez Mona Roza te peyda dikim



Dilmayî nenêre l’ruwê min Roza

Hê te nebhîstiye ji min awazan

Bi her sazê l’hev nake evîna min

Strana herî delal, fîşeng dibêjin

Dilmayî nenêre l’ruwê min Roza



Êdî bawerke j’min keça muhacir

Guh bide û qebûlke itirafa min

Êşeke sar, êşek xerîb, êşek şîn

Alav alav girtiye her aliyê min

Êdî bawerke j’min keça muhacir



Piştî baranê mezin dibin sinbil

Fêkî bi sebrê dighin, çêdibin

Rokê li lîliyên çavê min binêr

Tuê fêhim bikî mirî çima dijîn

Piştî baranê mezin dibin sinbil



Bazinên zêr û ew laşê bêhnşêrîn

Bila cewab bidin vî perrê bi xwîn

Perrek ku can dide ku tu bikenî

Perrek ku girtiye li şev û rojê

Bazinên zêr û ew laşê bêhnşêrîn



Mona Roza gulên reş, gulên sipî

Gulên Geyveyê û nivînê sipî

Çûkê perşikestî rehmet divê

Ax, wê ji ruwê te tev bi xwîn bibe

Mona Roza gulên reş, gulên sipî



SEZAİ KARAKOÇ

Werger: Sabah Kara (Bi navê mustear: Hozan Oflaz)

(Nûbihar, hj.13, 10-1993)



2013.09.08-21:36 | endazer

1. navdartirîn helbesta şairê tirk ya sezai karakoçî ye.. sezaî karakoç ev helbest di 19 saliya xwe de ji bo hevala xwe ya zanîngehê ya bi navê muazzez akkayayê ku dil dikeviye lê li xwe nayîne der û jê re nabêje nivîsiye lê piştî bi salan ev rastî derdikeve holê û xebera xelkê jê çêdibe.. monna di zimanê latînî de tê wateya yekê û rosa jî gul e ji xwe..

helbest ji sê beşan pêk tê her du beşên din yên bi navê ölüm ve çerçeveler û pişmanlık ve çileler paşê hatine lêkirin û nivîsîn..



monna rosa



Mona Rosa. Siyah güller, ak güller.

Geyve'nin gülleri ve beyaz yatak.

Kanadı kırık kuş merhamet ister.

Ah senin yüzünden kana batacak.

Mona Rosa. Siyah güller, ak güller.



Ulur aya karşı kirli çakallar,

Ürkek ürkek bakar tavşanlar dağa.

Mona Rosa bugün bende bir hal var.

Yağmur iri iri düşer toprağa,

Ulur aya karşı kirli çakallar.



Açma pencereni perdeleri çek,

Mona Rosa seni görmemeliyim.

Bir bakışın ölmem için yetecek.

Anla Mona Rosa ben bir deliyim.

Açma pencereni perdeleri çek.



Zeytin ağaçları, söğüt gölgesi,

Bende çıkar güneş aydınlığına.

Bir nişan yüzüğü bir kapı sesi.

Seni hatırlatır her zaman bana.

Zeytin ağaçları, söğüt gölgesi.



Zambaklar en ıssız yerlerde açar

Ve vardır her vahşi çiçekte gurur.

Bir mumun ardında bekleyen rüzgar,

Işıksız ruhumu sallar da durur.

Zambaklar en ıssız yerlerde açar.



Ellerin, ellerin ve parmakların

Bir nar çiçeğini eziyor gibi.

Ellerinden belli olur bir kadın,

Denizin dibinde geziyor gibi.

Ellerin, ellerin ve parmakların.



Zaman ne de çabuk geçiyor Mona.

Saat onikidir söndü lambalar

Uyu da turnalar girsin rüyana,

Bakma tuhaf tuhaf göğe bu kadar.

Zaman ne de çabuk geçiyor Mona.



Akşamları gelir incir kuşları,

Konarlar bahçemin incirlerine.

Kiminin rengi ak kiminin sarı.

Ah beni vursalar bir kuş yerine.

Akşamları gelir incir kuşları.



Ki ben Mona Rosa bulurum seni

İncir kuşlarının bakışlarında.

Hayatla doldurur bu boş yelkeni.

O masum bakışların su kenarında.

Ki ben Mona Rosa bulurum seni.



Kırgın kırgın bakma yüzüme Rosa.

Henüz dinlemedin benden türküler.

Benim aşkım uymaz öyle her saza.

En güzel şarkıyı bir kurşun söyler.

Kırgın kırgın bakma yüzüme Rosa.



Artık inan bana muhacir kızı,

Dinle ve kabul et itirafımı.

Bir soğuk, bir mavi, bir garip sızı

Alev alev sardı her tarafımı.

Artık inan bana muhacir kızı.



Yağmurdan sonra büyürmüş başak,

Meyvalar sabırla olgunlaşırmış.

Bir gün gözlerimin ta içine bak

Anlarsın ölüler niçin yaşarmış.

Yağmurdan sonra büyürmüş başak.



Altın bilezikler o kokulu ten

Cevap versin bu kuş tüyüne.

Bir tüy ki can verir gülümsesen,

Bir tüy ki kapalı geceye güne.

Altın bilezikler o kokulu ten.



Mona Rosa. Siyah güller, ak güller.

Geyve'nin gülleri ve beyaz yatak.

Kanadı kırık kuş merhamet ister,

Ah senin yüzünden kana batacak.

Mona Rosa. Siyah güller, ak güller.



2013.07.11-03:40 | endazer