Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sharon stone] de;

2. li ser bextê bahman ghobadi û rojnameya rûdawê be ku dibêjin canikê ligel bahman ghobadi serdana helepçeya şehîd û kerkûka dilê kurdistanê kiriye û bêyî ku kesekî pê bihesîne kurdistan bicih hiştiye û vegeraye new yorkê..

lê di nûçeya rûdawê de ji aliyê demê ve alozî û nakokiyek heye.. di sernavê rojevê de dibêje st dê serdana kurdistanê bike lê di naveroka nûçeyê de dibêje st-ê bêyî ku kesekî pê bihesîne serdana kurdistanê kiriye û bicih hêlaye û vegeriyaye new yorka bavûkalan.. http://rudaw.net/kurmanci/culture/11072013



11.07.2013 13:37 | endazer

1. aktrîsta sînemayê ya dya-yî.. di sala 1958'an de li bajarê meadvilleê ya bi ser eyaleta pennsylvaniaya dya-yê ve de hatiye dinyayê.. cara pêşîn bi rola xwe ya di fîlma (bnr: basic instinct)ê de deng vedaye û navê xwe bi otorîteyên sînemayê daye nasîn..

sharon stoneê bi rola xwe ya di fîlma casinoyê de di warê dramayê de xelata baştirîn aktrîsta jin ya xelatên golden globeê wergirtiye herwiha bi rola xwe ya di fîlma the practiceê de jî di klasmana outstanding guest actress in a drama seriesê de xelata emmyê wergirtiye..



11.07.2013 13:33 | endazer