Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gulan] de;

10. nivîskara ku wextê xwe di facebook û twitterê de dimezêxe.. tesbît û analîzên xwe yên li ser civaka kurd li ser facebookê belav dike.. nabêje û bi bîr nayîne ku bi navê tirşikê maleka min heye.. heyf!



30.11.2013 17:04 | endazer

6. berevajî gelek nivîskarên ki ji siharê heta êvarê di tirşikê de onlayn in lê hema bêje nanivîsin, tê çend deqeyekî di tirşikê de dimîne bi kurt û kurmancÎ çend peyamekî lê dike û lê dide diçe..



22.10.2013 14:22 | endazer

4. nivîskara ku ji mêj de ye pêjn jê naye..



05.09.2013 17:31 | endazer

3. di kurdî de naveke xweş û levhatî ya keçan e.. û forma pirhejmar ya peyva gulê ye..



12.07.2013 14:37 | endazer

2. di kurdî û kurmancî de navê meha 5 ya salê ye.. berevajiyê navê mehên din yê salnameyên kurdî hema bêje her kurdek û kurdîaxêvek li ser navê vê mehê di tifaqekî de ye.. wekê din ji bo her mehekî di kurdî û kurmnacî de hema bêje su-sê navên cuda hene.. (bnr: di kurdî de problematîka navê mehan)



12.07.2013 14:35 | endazer