Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [fifa world cup 2014] de;

7. nêrîna çend melayên ji başûrê kurdistanê derheqê temaşekirina maçên cama cîhanî de; http://rudaw.net/kurmanci/sports/17062014 *



ya herî xweş;



Serokê liqa Hewlêrê ya Yekîtiya Zanayên Olî Mela Niyaz Dêgeyî got “Ez sêra lîstikan nakim, derfeta min nîne. Dema lîstik hebin maşella her tim karê min heye. Heke na ez pirr ji futbolê hez dikim, hem ji lîstina wê û hem jî sêrkirina wê. Lê gava Hewlêr li dijî kulûbên Bexdayê dilîze, dixwazim bi deh hezaran dolaran bidim, bes Hewlêr zora wan bibe”. *



17.06.2014 13:48 | endazer

5. yanî kÛpaya cÎhanî ya futbolê, duh yanî 12ê pûşperê li brazîlê bi maça brazîl û koroatiyayê (xirvatîstan) destpê kir.. di encama maçê de tîma brazîlê bi skora 3-1 da pêşiya tîma koroatiyayê.. îşev jî di klasmana ayê de tÎma meksÎka û kamerunê, Û di klasmana byê de jî tîma spanya û holland wê bi hev re bileyîzin..

ji devê basnewsê world cupa îsal; Organîzasyona Kûpaya Cîhanî ya fûtbolê her çar salan carekê tê amade kirin. 32 welat beşdar dibin, 64 maç-yarî tên leyistin, 8 grûp hene û di her grûbekê de 4 tîm cih digrin. Bi giştî li 12 bajarên Brezîlyayê di maçên grûban de wê 48 maç bên leyistin.

Di kûpayê de maçên grûban 26’ê Hezîranê dê biqedin. Tîmên di grûban de bibin yekem û duyem dê derbasî tûra duyem bibin.

Yariyên Kûpaya Cîhanî ya 2014’yan weke yên berê dê li gorî sîstema elemînasyonê bên leyistin. Yariya fînalê 13’ê Pûşperê li bajarê Rio de Janeiro dê were leyistin û şampiyon dê diyar bibe..



ji bo bêtir agahî; http://en.wikipedia.org/wiki/2014_FIFA_World_Cup



13.06.2014 14:55 | endazer