Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [blue jeans] de;

2. îro çend saetek berê li vê stranê rast hatim, ji wê saetê ve cara çendê ye nizanim li dor guhê min diçe û tê, wekê stranên din ên lana del ray xanimê ev jî straneke melankolîk e, gava dî ji hewesa dilê xwe re rûniştim û min gotinên stranên wergerand kurmancî, min pêl bişîne kir, lê çi bibÎne sîstema malikmîrat ez ji tirşikê avêtime, baş bû ku min kopya kiribû, lê ji bo cardî bikevim tirşikê dema min şîfreya xwe kopya kir (belê şîfreya xwe ya tirşikê ji ber nizanim) gotinên stranê çûn..

kêfa min jî gelekî ji kombîna pantorê qot û gumlegê spî re tê, seb xatirê lana xanimê siba ez ê vê kombînê li xwe bikim û derkevim ji derve, werger jî çû heta carekî dî..



07.07.2015 00:50 | endazer