Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hîvron] de;

12. îro yanî 7ê meha cotmehê ya 2013an di Seet 18:00ê êvarî yanî nîv seet berî niha li bazîdê li qesra îshaq paşa, li ber merqeda ehmedê xanî wê danasîna albûma xwe ya nÛ derketî ya bi navê mem û zîn/welat bikin anku dikin..



07.10.2013 18:36 | endazer

5. yek ji daner û damezrînerên komê nisret eslê xwe ji cizîrê ye paşê bi malbata xwe re bar kiriye êlihê û ez ne şaş bim niha li navçeyeka amedê di bin banê şaredariya navçeyê de qursa lêxistina gîtarê dide zarokan.. piştî albûma pêşîn qudbeddîn ji komê veqetiya lê nisret bi heman navî dirêjî da kar û xebatên xwe yên mûzîkê.. nisret xweyê dengeke zîz û zirav û tenik e ji ber hndê di hnek stranan de mirov dibêje qey detone dibe.. di straninên xwe de cih dane an cih didin helbestên şairên kurd yên wekê faqiyê teyran û rênas jiyan û melayê cizîrî.. ev yek ji bo mûzîka kurdî a modern qonax û pêngavek girîng e.. tevî stranbêjên wekê mehmet atlı, burhan berken, mirady, cesûr rekawt, hanî, mehmet akbaş, sakina teyna hîvron jî ji bo sibreoja mûzîka kurdî ya modern cihê hêvî û bendewariyan e ji bo berhemên xurt û serkeftî ne.. axirê rêya wî/wan vekirî û dengê wî/wan li dinê be..



14.07.2013 04:54 | endazer