3. dîsa peyva cubeê ya îngîlîzî ya ku ji bo şekl û şêweyên geometrîk yên çargoşe tê gotin ku bi tirkî jî jê re dibêjin küp.. di devoka mêrdîn-şemrex ya zaravayê kurmancî de ji tiştên çargoşe wekê libên şekir re kabik tê gotin.. wek peyva coneê peyva cubeê jî hem ji aliyê dengnasiyê ve û hem jî ji aliyê şekl û şêweyê xwe yê dîtbarî ve gelekî bi ser peyva kabikê ya kurdî diçe.. û muhtemelen ev herdu peyv jî berê ji kokekî birêkeftine.. |
|
14.07.2013 06:29 |
endazer
|
2. a niha di metnekî îngîlîzî de liqayî peyva coneê ya îngîlîzî ya ku di sê wateyan de tê bi kar anîn ahtim.. wateya pêşÎn şekl û şêweyê geometrîk ku jê re konî jî tê gotin ya duyem kum û kuleh û kuvik û kolos û ya sêyem jî kov, kûvik e.. axirê ev peyv hem ji aliyê fonolojiya xwe ve û hem jî ji aliyê şekl û şêweyê ku salix dide an teswîr dike ve bi ser kum û kovik û kona kurdî ve diçe.. û bawer im ku ji heman reh û rayekî ve birêkeftine û paşê ji hev û din veqetiyan e.. |
|
14.07.2013 06:23 |
endazer
|
1. zimanê kurdî di nav zimanên îranî an aryanî de tê dîtin û qebûlkirin û zimanê îngîlîzî jî di nav zimanên cermen de tê dîtin û qebûlkirin.. ev herdu malbat û binemala zimanan jî di nav zimanên hînd-ewropî de tê qebûlkirin ji aliyê otorîteyên zimannasiyê ve.. çendî bi toz û tirabêlka zemên re hinekî dûrayî û dirêjayî ketibe di navbera van herdu zimanan de jî lê hê jî di herdu zimanan de peyvên hevpar yên ku dema cara pêşîn mirov guhlê dibe fêm dike ku bi hev re lêzim in û têkiliyeke organîk di navbera wan de heye hene.. |
|
14.07.2013 05:24 |
endazer
|