Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xana zêlûyan] de;

2. (bnr: mêvaniya li bajarê amedê)



06.06.2014 15:30 | endazer

1. li amedê navê cafeyeke dêrin û dÎrokî ye.. ne ku cafe, avahiya cafeyê dîrokî ye.. bi tirkî jê re dibêjin sülüklü han.. ez ne xelet bim bi awayeke kollektîv tê kargêrandin û birêvebirin.. bi piranî miştêriyên vir ji bo şerabê vexwin tên, lê hê min evdekê xwudê nedîtiye ku qîma xwe bi şeraba vê xanê anîbe, ji ber ku min venexwariye nikarim tiştekî bêjim.. buhayên vê xan xanimê û xanimê xanal xanimê xanimê li gorî cafe-xanên din ên li amedê biçekî dî buhatir in (an bi qewlê cizîriyan girantir in).. li nava hewşa xanê darek heye û xelk li bin siha vê darê disitirin û piştê li peyvê dişikînin, berê li quncikeka xanê, piyanok hebû û zilamekî carûbaran ji xwe re û ji miştêriyan re l piyanoyê dida.. ji mêj de ye pêjn jê nayê lê berê hema bêje serê her du sê hefteyan li vê xanê çalakiyên kulturî û mûzîkî yên wekê şeva xwendina helbestan, konsêrta nizanim kê dihatin li dar xistin, par meha remezanê, fÎlmên xweş lê dihatin nîşandan..



06.06.2014 12:17 | endazer