Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ehmedê huseynî] de;

24. Vê sibehê,

Çûkên zimanê te li xuşîna daristanên şewitî û li guveguva bayê kur dipirsin?

Nalîna te û êşa min hevûdû himbêz dikin.

Bajarên me çavên xwe dikutkutînin,

Kurtepistên bageran bi dawî nabin,

Payîz e welato!

Bîna axê ji xwîna te difûre,

Banga azadiyê di gewriya te de asê maye!



24.09.2014 05:45 | endazer

11. helbestên wî ji ber bi hêsanî li tirkî an li zimaneke din nayên wergerandin anku li kirasê zimanên din ên biyanî rûnanin bi gelek kurdên ku dema tiştekî bi kurdî dixwînin pêşiyê destûrê ji serdestên xwe dixwazin û werdigerînin zimanê serdestan û paşê li fêhma xwe dixin zor û zehmet tê.. her helbestvanekî li ser rûyê erdê helbestên xwe yên ji rêzê an ketûber hene hinek jê çi ji ber xemsariyê çi jî ji ber girîngîpênedanê diweşînin û belav dikin û hinek jê jî bi dest xwe re jê dibin û tune dikin..



29.07.2013 20:48 | endazer

2. şairê helbestên resen yên kurdî.. çendî li helbestinên xwe de bilikume û bi xefka şehwet û şohreta peyvê bikeve jî li ber dilê min di nav şairên kurd ên sax de kes nikare avê li destan bike.. di helbestên vî camêrî de mûzîkalîteyek ecêb heye ku mirov ji ber vê taybetmendiya helbestên wî ji xwendin û guhdêrîna helbestên wî têr nabe.. di helbestên xwe de peyvên dengvedanê yên ji ber dengê xwezayê hatine çêkirin gelekî bikar tîne.. û bawer im ku bingeha mûzîkalîteya helbesta wî jî ji vê yekê tê.. herwisa wer dixweye ku çawa lê tê welê dinivîse wekê hinek şairên din heta ristekî lê dikin sed ristan jê nabin.. axirê axaftina zêde hewce nake..

fermo ji vir kerem kin ji bo nimûneyeka helbestên ehmedê huseynî:



Dîsa bendergehên xemgîn ên giyanê min,

pêşwaziya pelên kenê te û dilsojiya berbejn

û bazbendaên bejna te dikin.

Dîsa pencereyên şînîgir ên dilê min,

pêşwaziya tîrêjên hetava peyvên te

û serava çolistana zuha ya gazinên te dikin.



Dîsa gulên xewnê rengên xwe ji lêvên te,

bîna xwe ji sêvên te, didizin.



Dîsa zîvên gerdena Zînê,

di şemala gerdena rojçêbûna te de,

di helkehelka raz û nehêniyên dûrbûna te, dirizin.



Dîsa şewatên ferhenga bîra min,

“serxet” û tirsegavên bêrîkirina dapîra min,

sertaca Amûdê ji bo rondikên xatirxwestinê hildibijêrin.



Dîsa bendên axê, bîna rihana destê te

û pirtûka êşa stêrkên sînga te,

çîroka aferîdeyên ji tozê,

ji miriyên xoşewîst re dibêjin.



Dîsa hineya porê te,

di asoyên sersomiya min de,

sawa şevistanê ji bîr dike.



Dîsa bişkojên bişirîna te;

Ji nişkê ve nermebarana nêrîna te,

Paytexta seferê pîr dike.



Dîsa wek dara hinarê ya ji westana dayika min,

li xuşîna rûpelên zimanê te digerim.



Dîsa wek çûkên destê sibê,

li ser şaxên metirsiya te,

di bêhûdeyiya navê xwe de , radiperim.



Dîsa zingîna zencîran pêşkêşî sermageriya tozê dikim.



Dîsa leşkerên pêxêra dîroka te radestî xencera dozê dikim.



Dîsa xweliya dengên xwe û bêzariya rengên xwe

û giryana cengên xwe li ber lingên te radixînim.



Dîsa çira hevdîtina mişextên mirî,

bi dudiliya duryan û bi kêlikên velerzînê,

bi nehwirînê, dişikînim.



Dîsa di kavilên xwîna xwe ya windayî de

di wêrana birîna xwe ya rizyayî de

di dûmana axîna xwe ya serberdayî de

qebqeba kewên te, desthilata dewê te,

êşa berboriya te dikişînim.



Dîsa pişta xwe didim dilovaniya ava te

û berê xwe didim reştava te

û bîranînên reşekonan bi melhêbên girî didêrim.



Dîsa wek çavkaniyeke kûvî,

ji keservedana te der diçim

û zeviyên matmayîna te de,

di sirûdên zayîna te de, diçêrim.



14.07.2013 16:56 | endazer