Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çûna çîyê ya endazer] de;

7. endazer û quzzê kerê.. ez ecêbmayî dimînin dema yên wekê xweyê peyama yekê û pêncê dibînim, û bi rastî jî mereq dikim bê ka gelo di dinyayeke çawa de dijîn? fêhm nakim ev sempatîzan çima halo her tiştÎ ji xwe re dikin meseleyên şexsî.. vîdeoyên lêpirsînê yên serokê pkkê derdikevin, tê de tu namîne ji kurdan re ji kurdayetiyê ji kurdistanê re nabêjê, lê yên wekê xweyê peyama yekê û pêncê ji xwe re nakin namûs û li xwe dananynin û tu tiştî nabêjin.. yên ku ev çend sal in bi ser xwÎn û xwêdana ciwanên kurd siyasetê dikin her gav û saet derdikevin beyan û daxwuyaniyên zirecêb didin ji bo ku xwe li ber dilê serdestên xwe şirÎn bikin, lê yêk wekê xweyê peyama yekê û pêncê tirrê ji xwe bernadin, serê xwe dikin di nav teşkên xwe de û xwe li hîzî û bênamûsiyê datînin.. lê dema yên wekê endazer derdikevin û bi dengê bilind dibêjin ji bo xwudê ev çi îş e? cihde berê gef û êrîşên xwe didin ser yên wekê endazer.. yanî bi qewlê gotineka pêşiyan nikarin kerê dibezin kurtên.. halê yên wekê xweyê peyama yekê û pêncê biçekî dişibe meymûnên ku bûne kobayên test û taqeya pênc meymûnan.. rojekî ji bo test û taqeyekî 5 meymûnan dixin di qefesekî de, sêlmekî datînin nava qefesê û wêşiyek mûz jî datînin ser sêlmê, axirê her gava ku meymûnek dide ser sêlmê û destê xwe davêje mûzekî ji derve ava bitezyîq lê direşînin, meymûn jî kolîpoşman ji sêlmê tê xwar bêyî ku bigihije miraz û meqseda xwe, her gava ku meymûnek xwe lê diceribîne, bi ava bitezyîq şilopilo dibe û kolîpoşman vedigere, axirê, piştî qederekî êdî ji nav meymûnan kes newêre bide sêlmê û dewa mûzan bike, meymûnekî ji qefesê derdixin û yekî dî dixin di şûnê de, meymûnê nû hatî çawa çavê wî li mûzan dikeve, dide xwe ku bide sêlmê, lê hê negihiştî sêlmê, meymûnên din ên ku ji berê de di qefesê de ne, wî digirin û têra wî lê didin, feqîro jî çavtirsandî dibe û xwe dide quncikî û êdÎ ji tirsa newêre xwe tev bide, piştî qederekî, dîsa meymûnekî ji qefesê derdixÎnin û yekî dî dixin di şûnê de, vê carê jî meymûnê nû hatî, çawa sêlmê Û wêşiyê mûzan dibîne, dide xwe ku here mûzekî ji xwe re jê biçine, lê dîsa meymûnên ku ji berê de di qefesê de lê dicivin û feqîro dinermijînin, ya ecêb yê ku herî zêde li yê nû hatî dide, meymûnê ku berî wî hatiye ye..



09.06.2014 21:47 | endazer