Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [cemaeta îsmaîlaxa] de;

3. li gorî nÛçeyên tirkî, duh li sakaryayê çend mûrîdên vê cemaetê çûne ber plajê û broşorên bi navê ''allah ve rasulünün istediği hanım'' (ew jina ku xwudê û resûlê xwudê dixwaze, terîf dike) li nav xelkê, bi taybetî jî li nav jinan belav kirine..



çend xal ji naveroka broşorê;



(jin divê pêçayî bin)

* (jin divê neçin dawetên ku saz lê heye)

* (li wan cihên li nava rê ku xelk lê digerin, divê rûnenin)

* (divê venekin, heta ne mecbûrî be divê mêrê wa tiştên lazim bikirre, bêyî izna mêrê xwe divê ji mal dernekeve.)

* (divê birhê xwe nequsîne, por nede çandin û laşê xwe estetîk neke.)

* (divê pantor li xwe neke.)

* (divê neçe destê mêrên xerîb)

* (li malê xweyîkirina kûçikan heram e, divê goreyên tenik li xwe neke û şimikê neke di piyê xwe de û divê guhdarî mûzîkê neke.)



26.06.2014 00:06 | endazer

1. cemaeteka îslamî ye li ser terîqa neqşîbendî ye, li dora mizgefta îsmaîl axa ya li semta fatîha navçeya stembol, li semta çarşambayê li hev kom bûye.. serok û rêberê cemaetê mahmud ustaosmanoğlu ye ku ji sala 1954an heta sala 1996an li mizgefta îsmaîl axa melatî kiriye.. cemaet xwe wek cemaeteke ehlê sinet û cemaet dibîne, di cemaetê de mêr, rihên xwe naqusînin, cibeyên dirêj û şalên fireh li xwe dikin, û jin jî çarikan li xwe dikin, û tenê çavê wan û bêvila wan tê re dixweye.. di paşeroja vê cemaetê de jî têra cwe bûyerên tarî û trajîk hene yek li sala 1998an û yek jî 2006an du melayên ji cemaetê li mizgefta îsmaîlaxa hatine kuştin..

di nav cemaetê de mela û gotarbêjê herî meşhûr ahmet mahmut Ünlüyê ku bi navê cüppeli ahmed hoca (seydayê mele ehmedê bicibe) ye.. exlebê xelkê wî wek serok û rêberê cemaetê dizane lê ez ne xelet bim mahmut ustaosmanoğlu ji bo vê yekê hê îcaze û ehliyet nedayiyê..



25.06.2014 23:57 | endazer