Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [quzzilqurt] de;

15. li cem me li cizîrê dema yek ji yekî re aciz bibe û wek ziqqûm an quzzilqurt bersivê bide yê dî jî wek ''li ser dilê te'' an ''li ser devê te'' lê vedigerîne.. wek nimûne:

- metka te çi danî ber te?

- quzzilqurt danî ber min, te jî navê?

- li ser dilê te!



21.08.2013 19:16 | endazer

14. (bnr: ben ziqqum yiyiyorum meqerne yemiyorum ha)



21.08.2013 19:13 | endazer

4. jînewereke biçûk û jehrewî ye ku di nav giyayan de dijî û heywanên ku bêhemd wê bixwin pê dimirin..



15.07.2013 14:43 | endazer

3. dijûn û nifirîneka kurdî ye.. li gorî tezeka etîmolojÎk ji du peyvên tirkî kızıl û kurt yanî kurmikê sor pêk hatiye ev peyv.. ne tenê di kurmanciya bakur de hema bêje di her zaravayek û devokeka kurdî de di rewacê de ye û ji bo derbirrîna hestên acizî û bêhntengiyê zêrê zer e û ser bi ser e.. li ser zar û zimanê vê axa qedîm gelek heval û hevrê û hevwateyên wê yên wekê (bnr: qurreder), (bnr: pêmirin), (bnr: çopilme), (bnr: kerrafî), (bnr: jehremar)(bnr: ziqqum), (bnr: ziqnebût) hene.. wek nimûne: ''Ez 27 salî me û hîn jî nizanim tam û lezîza evînê çawa ye, lo! Ji kerema xwe, kesê ku pelûla evînê bi serê wî/wê de rijiyabe, bila ji min re behsa wê quzilqurta evînê bike ji bo ku ez jî bibim xwedî tecrûbe û serpêhatî, babam, waweylê! Gelo evîn ji şorba nîskê xweştir e? Yan wek goştê biraştî ye? —'' (Bêrîvan Al, Lotikxane.com, 7/2009)



15.07.2013 14:42 | endazer