Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [cirrên] de;

1. Her çiqas ji aliyê hin zimanzanên kurd ve tê angaştkirin ko di kurdî de du tîpên bêdeng ango “şedde”ya erebî tune ye jî lêbelê zimanê rojane ya ko di nav gel de tê bikar anîn vê napejirîne. Lewra du tîpên bêdeng ango “şedde ji boyî mubalexeyê tê bikar anîn. Wek mînak: Ji boyî reşa ko reşatiya wê zêde ye “rreş” ji boyî sipiya gelek sipî “sippî”, ji boyî “sor”ê jî “ssor” tê gotin. Ev peyva “cirrên”ê ya ku du tîpên bêdeng dihundirîne “tejîbûna zêde” îfade dike. Eger em tîpeke ji wan herdu tîpên “r”yê jê rakin wateya xwe wenda dike. Mînak:

-Gelo di koçka mala axê de hin kes hene,

-Erê wele hene, koçik tejî ye, cirrên jê tê.



15.07.2013 20:39 | endazer