Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [cejna remezanê] de;

20. Min vê eydê malek, nasek, cîranek berneda. wekê berê em hemû pismam, kurxal, mixaletî gihan hev û me cizîr serûbino kir. di eydên dî de ji ber gotgotên eyda reş, heta ev şer û nexweşî heye em eydê nakin filan nehêliştin em bigerin û tamê ji eydê bibînin. lê vê eydê me guh neda tu kesî û pakî ji tu evdê xwudê nekir.



07.07.2016 01:30 | endazer

8. hê jî wekê wan çaxên ku ez zarok bi kêfxweşî û bi dilgermî pêşwazî dikim.. deravê eydê ji xwe re cilê eydê dikirim, bi diya xwe re diçim ser mexbere, yasînê li ser tirba pîrika xwe de dixwînim..

hê jî mal bi mal li eydê digerim.. dema em zarok, ez û çend kurmamên xwe em bi hev re li eydê digeran, vêca nas nenas me malek bernedida, dema ez biçekî mezin bûm, min ji pismamekê xwe re got kuro eyb e em neçin eyda malên nenas, xwe aciz kir, go kuro li cizîrê me malek nenas hêliştiye qey? bi xwudê hingî em eydan de çûne û hatine em jî bûne nefsê malê.. *



16.07.2015 05:06 | endazer