Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ahmed hulusi] de;

3. bi riya zanistên fenî, dixwaze îslamiyetê şirove bike..

zêdetirî 50 kitêbên wî yên çapkirî hene.. ev kitêb hemû li ser înternetê bêyî heq tên belavkirin.. yanî tu diçÎ ser malperê tu navnîşana xwe didî û kitêbên ku dxwazî dibêjî, ew jî ji te re wan kitêban dişînin (2 an 2.5 lîre heqê kargoyê ji te distînin, ew jî di devê derî de)

dibêjin heta niha her kitêbeka wî zêdetirî milyonekÎ hatiye çapkirin û belavkirin.. bivê nevê pirsa ka gelo ev camêr vê mesrefa van kitêban çawa û ji kû temÎn dike anku xebatên xwe çawa fînanse dike tê bîra mirov.. li gorî gotina wan dibêjin jina ahmed hulusî keça atasay kamberê xweyî şîrketa zêringeriyê atasay kuyumculukê ye.. û xezûrê wî mesrefa çapkirin û belavkirina kitêbên wî fînanse dike.. û dÎsa dibêjin ji xwe bi xwe jî ji malbateke halûwextxweş tê yanî mesrefên xwe yên şexsî bi xwe bi pereyên ku jê re ji malbatê mîras mane tedarîk dike..

sîma û suretê wî biçekî dişibe adnan oktar, ew birhên rakirî, pora paşdedayî, kincên sport filan.. beleeksê gelek mela û seyda û zanyarên din ên dînê îslamê bi tirkiya stembolê diştexile û dinivîse.. naveroka kitêbên wî sade ne, herkes bi hêsanî dikare bixwîne û fêhm bike.. obsesyoneka wî ya li ser têgehan heye.. peyv û têgehên ku di zimanên cîhanê de ji bo wî yê ku em xuliqandine tên bikaranîn qebûl nake, dibêje ellah bes ellah e, xwudê, tanrı, god filan dibêje cihê ellah nagirin.. dîsa di kitêbeka xwe de dibêje, em niha li gorî hesabê dinyayê dijîn

, emr dikin, lê dema mirin bi ser me de hat û em ê heta qiyametê bi bedena xwe ya astral, li gorî hesabê rojê bi milyaran salan bijîn heta ku qiyamet were..

niha kitêba wî ya bi navê ''yaşamın gerçekleri'' werdigerînim kurdî û kurmancî..



16.09.2014 16:03 | endazer

1. nivîskareke tirk ê îslamî ye.. bi sedan pirtûkên wî yên li ser dînê îslamê hene.. tu telîfê j kitêbên xwe nastîne, li ser înternetê belaş belav dike.. berî çend rojekî du camêran têkilî bi min re danîn ji bo ku pirtûkên wî li kurdî û kurmancî wergerînim.. me hêj li hev nekiriye, lê di dilê xwe de dua dikim ku şertên min qebûl nekin..



22.08.2014 22:29 | endazer