2. 6-7 cuz mane ku ez xitim bikim, hingî ku ez dixwînim bêtir kêfa min ji kurmanciya wê re tê, di kurmanciya mealê de pênc-şeş bikaranînên karakterîstîk yên xweserî devoka behdîna hene, ku tu wan jê derxî an bi devoka devereke din biguncî, kes ferq nake ku ev meal bi devoka behdîna hatiye nivîsandin.. yê nivîsandî (wergerrandî) kifş e ku serwextî hevoksaziya kurmanciya gewr e, û herwiha bi erebî jî xweş dizane, ez li mealên din dinêrim û li vê dinêrim, yên din mirov dibêje qey ji mealên tirkî hatine jêgirtin û pêvekirin, tehma tirkî û zimaneke çêkirî ji wan tê.. |
|
15.09.2015 00:09 |
endazer
|
1. meala bi kurdÎ ya quranê ye.. melayekî bi navê mele muhemmed hakkarî wergerandiye ser kurdî û kurmancî.. miftiyê wilayeta bajarê şirnexê, abdullah kaplan jê re teqrîzek nivîsandiye.. dîsa seydayekî bi navê mele umer nas dudêrî jê re teqdîmatek nivîsandiye.. di ''ravza yayıncılık ve matbaacılık''ê de hatiye çapkirin.. mixabin sala çapê de tê nehatiye nivîsandin lê ya ku di destê min de ye çapa wê ya didoyê ye.. bi devoka behdînan/hekarî hatiye wergerandin.. ji berê de ji xwe kêfa min ji devoka behdînan dihat lê dema min meala quranê xwend bêtir kêfa min jê re hat.. bi zimaneke gelek xweş hatiye wergerandin.. mirov ji xwendina wê têr nabe.. |
|
19.09.2014 02:16 |
endazer
|