Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [awaz baran] de;

6. komeke geleke serkeftî ye, ji çar kesan pêk tê;



awaz baran - vokal

sebih akkuş - gÎtar / Vokal

irmak karaca - gîtar

meltem Öztekin - paşvokal

burak Çiçek - perkûsyon



heta niha albûmeka komê nîne lê li ser înternetê çend stranên wan ên ku di pêşbirka min ciyawaz im de gotine û dîsa çend stran û vîdeoklîbên wan hene ku bi pêşkêşkariya sîbera deng tomar krine û belav kirine. bi taybet strana zara giyan gelek xweş distirînin, paşvokala komê meltem Öztekin jî gelekî şirîn e, lê zêde deng jê dernakeve,tê bêjî qey ji bo spehîtaya vîtrînî kirine di komê de.



01.07.2016 15:13 | endazer

1. stranbêjeke ciwan e.. nizanim awaz baran navê wî bi xwe ye an navê koma wî ye.. niha li ser înternetê min lê nêrî, beşdarî pêşbirka stranan a bi navê min ciyawaz im jî bûye lê di wir de navê wî awaz sebîh û baran e nizanim belkî navê yê li kêleka wî li gîtarê dixe sebîh be.. straneka wî ya meşhûr heye bi navê were lê.. min niha ji googleê pirsî stran ya yekî bi navê deniz esmer derket..



24.09.2014 22:56 | endazer