Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tivirloismail] de;

40. rehmetî şêrko bêkes ew nas kiribûya wê di helbesta xwe de gotibûya hûn ji tirşikê tivirloismail bavêjin, tirşik bêmîzah dimîne, kenê li ser lêvên nivîskaran diçilmise, dimire.

bi qewlê şivan; ''bêjinê bila bê''



û bi qewlê mihemed arifê cizrawî; ''wekî berê were''



14.08.2016 17:36 | endazer

30. ewî jî daye pey rêç û şopa kovar û fanzînên fanî û tirşik ji bîr kiriye..



10.09.2014 21:00 | endazer

21. xwêya quşxaneya tirşikê ye / şevçiraxê şevên tirşikê ye..

min berê jî gotibû dîsa dubare dikim û diwekilînim (min ev peyv ji turkekurtcesozluk.comê wergirtibû û cara pêşîn di bin vê mijarê de biçekî ruh berdidim ser û didim ber û di nav hevokekî de bikar tînim) resentirîn nivîskarê tirşikê ye.. di nav me de yê herî zêde formata tirşikê dizane û bi ya dike ew e.. û wekê mîtralyozekî peyamên xwe bi dû hev li tarî û zilûmata şevê direşîne.. di siberoja tirşikê de wê gelekî were behskirin û wê heqê wî yê hatî xwarin dê were lêvegerandin.. heta belkî doktorayeka fexrî jî ji destê simurg56 bistîne..



24.11.2013 01:20 | endazer

18. ser xêrê admîn û moderatorê nû yê tirşikê ye.. me hêvî heye jê ku bi vê payeya xwe ya berz û bilind çi qas keç û xortên kurdînivîs yên hirde û wêde lotikan didin bide hev û bîne tirşikê.. û tama tirşikê xweştir û xweşiktir û xweşkoktir û xuşînoktir bike..



01.09.2013 23:38 | endazer

2. xalê me yê stranbêj ku stranê ciwan haco bi terz û terheke cuda şirove dike û distire ango bi gotineka din dûrî civatê dinihe diya stranên ciwan haco de.. xalo dema hunera xwe îcra dike tê bêjî qey hebên extacy standine wekê ku bikeve tepê û transê xwe çeng dike û lotikan û zîtikan davêje.. mîratê bi xwe re kurd û mûzîka kurdî jî kiriye benîştê devê tirkên mankurt û bi xwe re me jî dihetikîne û dide şermê.. hêvî û rica min jê heye ku an dev ji mûzîkê berde here ji bo xwe li kar û sineteke nû bigere an jî dema mûzîka xwe îcra dike bila nehêle ku bi tu tiştî bê qeydkirin û li ser torên civakî yên wekê facebookê nehêle bên belavkirin..



18.07.2013 16:56 | endazer