Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ebrû] de;

1. yek ji hêma û teswîr û teşbîh û metaforên sereke û serata yên şairên wêjeya dîwanê çi bi kurdî û çi bi zimanên din ên cîran ku di helbestên xwe de zêde bikar anîne.. li cizîrê wek birh tê bilêvkirin.. melayê cizîrî ji bo selwaya xwe dibêje:



''Ger ne teşbîhê du birhên te bitin

Me di 'îdan bi hîlalê çi xerez''



yanî eger naşibin herdu birhên te nexwe çima em ê roja eydan li heyvokê binêrin..

dîsa şairê rehmetî (arjen arî) di helbesteka xwe ya ku paşê ji aliyê stranbêjê kurd (mehmet atlı) ve hatiye stirandin de dibêje:



''Min dil daye

Mewîjka çavên te, ka guneh e?

Mijgulin te hene mijgulin te

Reş û bi serde kilkirî

Hewce ye bibêjim birhên rakirî

Porên vekirî

Pêsîrên berdî berdî



Wey gidî bûme hesîrê te''



18.07.2013 12:39 | endazer