Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dengê xwe lêkirin] de;

1. di wateya xwe bi yekê re aciz kirin û gef li yekê xwarinê de ye.. bi piranî dema zarok şûmî û nehsiyan dikin dayîk hawara xwe digihînin kesên di civatê de zordest û serdest in û jê dixwazin bi çend gotinan çavên zarokî bitirsînin.. ji bo heywanên kedî yên ku xusar û ziyanê digihînin malê jî peyva heytandinê li kar e.. ji bo nimûne:

filankes ka xêra xwe dengê xwe li kurrik bike, ji siharê ve zirzira wî ye dibêje illeh herin sûkê..

min bi çend dengan li kitika di nav hewşê de heytand lê mîratê hingî we rû dayiyê hew mabû ku xwe navêjt ser û rûyê min û ez nedam ber xirpişkan..



18.07.2013 12:28 | endazer