Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [keje bemal] de;

18. nivîskara tirşikê ku ew jî bi wêneyekî beşdarî kampanyaya ez kurdistanî em bûye..



''Ez Kurdistanî me..

Û wekê her Kurdekî Kurdistanî Kurdistaneke Azad,Yekgirtî û Serbixwe Dixwazim.''



http://goo.gl/PzJw57



07.03.2014 00:24 | endazer

15. bi nivîsa xwe ya dawîn bersivek qerrase xistiye derina camêrinan de ku radibin rûdinin davêjin barzanî û statûya hikûmeta federe ya kurdistanê: http://www.dengeazad.com/En/NewsDetailN.aspx?id=31313&LinkID=118



06.10.2013 03:49 | endazer

7. û kesê ku ev paşnav lêkirî jÎ ez zanim û baş nas dikim lê nabêjim..*



22.07.2013 17:38 | endazer

6. nivîskara ku beşa yekê ya xebata wê ya paşîn ya ku derheqê hevzayendên kurdistanê de ye dikare ji vê lînkê bê xwendin.. http://www.agendakurd.com/index.php?option=com_content&view=article&id=1413:kuerd-ecinseller-boeluem-i-keje-bemal&catid=59:dosya&Itemid=130 di beşa yekem ya vê dosyeya xwe de bi mîmareke kurd ê gay ê ku li kurdistanê dijî re derheqê şert û mercên psîkolojÎk û yên fîzîkî yên hevzayendên kurd ên li kurdistanê dijîn de hevpeyvînek dûrûdirêj û têrûtijî kiriye.. heçiyê dixwaze jiyan û halûwextê hevzayendên kurd û ên li kurdistanê dijîn bibin xweyî malûmat dikare ji lÎnka li jor hevpeyvînê biwîne..



22.07.2013 17:27 | endazer

1. nivîskar, rojnameger, lêkolîner, qunciknivîs, gerok, ehlê keyf û ehlê heq..

li ser dosyeyên taybet kar dike û carinan ji bo dosyeya ku amade dike hevpeyvîninan bi kesên ku bi mijara dosyeyê re eleqedar in re dike.. û piştî ku dosyeya li ser dişixule temam dibe li rojname û kovar û malperên înternetê yên kurdan belav dike.. heçiyê weşand weşand heçiyê neweşand jî ji serê.. * heta niha bipiranî tirkî dinivîsand lê vaye wekê ku ji tirşikê jî dixweye zimanê xwe li yê diya xwe jî digerîne êdî.. axirê b'xêr hatiye.. hêviya me her ew e ku di tirşikê de xweşiyê jî bibîne..



18.07.2013 12:52 | endazer