Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [serêkaniyê] de;

1. bajarê ku di nav rojava û bakurê kurdistanê de an di nav dewleta surî û ya tirkiyeyê de bûye du behr û du beş.. ji bo beşa ku li aliyê bakurê kurdistanê mayiye re tirkan navê ceylanpınarê û ji bo beşa ku li rojavayê kurdistanê mayiye re jî ereban navê resulaynê daniye..

li gorî bûlten û ajansên ku ji herêmê nûçeyan radigihînin piştî şerê du-sê rojan yê di navbera şervanên ypgê û terorîstên bi ser cephet el nusrayê ve ku wek el qaîdeya suriyê jî tên binavîn ya ku dewleta tirkiyeyê ji bo ku li hemberî kurdan şer bikin û nehêlin kurd dergehe sînor û qereqolên eskerî yên li ser serêkaniya rojava têxin jêr dest û kontrola xwe de alîkariya fînansal û lojîstîk didaye wan belê li gorî nûçe û mîzgînî û xeberxêrkên dawîn pêşmergeyên ypgê hemû çekdarên terorîst ji nav axa serêkaniya rojava derxistine û dergehê sînor û xalên stratejÎk yên venêrînê xistine jêr destê xwe û paşê jî radestî dbkê (bnr: desteya bilind a kurd) kiriye..

nûçehihanê tirşikê ji rojava ragihand*



18.07.2013 16:25 | endazer