Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [fawaz husên] de;

14. Fawaz Husên di sala 1953an de li binya xetê hatiye dinyayê. Ew ji sala 1978an heta bi 1992an li Parîsê li unîversîteya Sorbonnê dixwîne û di sala 1988an de dibe doktorê ziman û edebiyata firansî. Fawaz Husên endamê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê û endamê Rêxistina Nivîskarên Fransayê ye. Ew li Parîsê dijî.

Kitêb û wergerên Fawaz Husên:

Siwarên êşê. Kurteçîrok. Stockholm, weşanxaneya Welat, 1994. / Biyanî. Wergera L’Étranger, berhema Antonio Camus. Stockholm, weşanxaneya Nûdemê, 1995. / Mîrzayê Piçûk. Wergera Le Petit Prince, berhema A. de Saint–Exupéry. Stockholm, weşanxaneya Nûdemê, 1995. / Le Fleuve. Kurteçîrok. Parîs, weşanxaneya Méréalê, 1997. / Dîroka edebiyata firansî, sedsala hivdehan û hîjdehan. Antolojî. Stockholm, weşanxaneya APECê, 1998. / La Poursuite de l’ombre. Wergera Siya Evînê, romana Mehmed Uzun. Parîs, weşanxaneya Phébus’ê, 1999. / Chroniques boréales. Kurteçîrok. Parîs, weşanxaneya L’Harmattanê, 2000. / Kurdên Haymanayê. Gotara Georges Perrot. Werger û amadekirin. Stockholm, weşanxaneya APECê, 2000. / Amîdabad. Kurteçîrok. Stembol, weşanxaneya Avestayê, 2001.



07.09.2013 18:59 | endazer

7. berê li ser facebookê ew qas û online û ew qas aktîv bû ku ez ecêbmayî dimam û min did dilê xwe de ji xwe dipirsî ev camêr kengî dinivîse kengî dixwe û vedixwe û kengî û çawa debara xwe dike.. lê ev qederek e pêjn jê naye.. nivîskariya wî çawa ye û romanên wî derheqê çi de ne nizanim ji ber ku ev du sal tê hene ku min qene ji bo dermanÎ jî be pirtûkek nexwendiye.. lê bi qasê ji nivîsên wî yên ji ser hesabê wî yê facebookê min dişopandin camêrek zêde zîz û sêhrek e û narîn û dilnazik e.. û zimanê wî anku kurmanciya wî jî ne xirab e.. lê helbet zimanzanî an zimanbaşî têra nivîskariyek birêkûpêk nake..



26.07.2013 21:41 | endazer